ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2020
28 gulan, 2020   23:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku xwe radestî QSD’ê kir, got ji bo ku tev li dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bibin, dewleta Tirk sozê talan û xenîmetê bi wan daye û çeteyan mal û milkên gelê herêmê talan kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de rêya M4 a navdewletî vebû. Gelo ev lihevkirin, li gel reftariyên Rûsya û Tirkiyê yên li Sûriyê ji bo bidestxistina kaxizên bêtir da ku di pêşerojê de bikar bînin, dê bidome? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Însyatîfa "Qêrîna Zeytûnê" armanc dike ku Efrîn û herêmên dagirkirî xebata sereke ya civînên kurdî û navdewletî be. Her wiha hewl dide ku hemû aliyên ku dixwazin yekitiya netewî ya kurdî ava bibe, helwesta xwe derbarê dagirkirina bajêr de diyar bikin. Berpirsên însyatîfê diyar dikin ku her belgeyeke siyasî bêyî ku behsa rewşa herêmên dagirkirî bike, ne rewa ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnamegerê lîbî û serokê Saziya Bernîq a Çapemeniyê Elî Bin Cabir got: “ Hemû şêniyên Lîbyayê binpêkirinên çeteyên Erdogan red dikin û piştevaniyê didin Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hejmarek mezin ji şêniyên beyara Sûriyê jiyana xwe ya xwezayî ya koçerî didomînin. Bi rêya xwedîkirina sewalan quta xwe peyda dikin. Lê bi pêşketina jiyana bajarî, koçerî bi xeteriya wendabûnê re rû bi rû maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeya Avê ya kantona Qamişlo bi awayekî demkî dest bi çareserkirina pirsgirêkên veguhêzên kehrebeyê kir. Her wiha komîteyek ava kir da ku şêniyan ji xeteriya dizîna veguhêzên kehrebeyê hişyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA