​​​​​​​Hêzên dagirker li gundên Zirganê malan dişewitînin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên piştî zeviyên çandiniyê şewitandin agir bi malên sivîlan ên gundê Til Menax ê başûrê navçeya Zirganê xistin.

​​​​​​​Hêzên dagirker li gundên Zirganê malan dişewitînin
28 gulan, 2020   20:11
HESEKÊ

Hêzên dagirker di saetên derdora 18:00‘an de agir bi malên gundê Til Menax ê navçeya Ziraganê ku di bin dagirkeriya wan de ye xistin.

Di heman demê de hêzên dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Rebîat ê rojavayê navçeya Zirganê xist. Şêniyan û tîmên agirkujiyê şewat vemirandin.

Beriya çend saetan jî di encama vemirandina şewata ku hêzên dagirker li gundê Esediyê yê Zirganê derxistin de, sivîlekî jiyana xwe ji dest dabû û yek din jî birîndar bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NFxl5zmK0w4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>