Li Misirê  hejmara kesên ji bo Covid-19 mirine bû 845

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misrê ragihand ku hejmara giştî ya nexweşên koronavîrusê bûye 20 hezar û 793, di nav de 5 hezar û 359 nexweş baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 845 nexweş jî mirine.

Li Misirê  hejmara kesên ji bo Covid-19 mirine bû 845
28 gulan, 2020   20:13
QAHÎRA

Şêwirmendê wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Xalid Mucahid got, hejmara nexweşên koronavîrusê zêde bûye û gihaştiye 6 hezar û 19 nexweşan di nav de 5 hezar û 359 nexweş baş bûne.

Her wiha got hezar û 127 kes nû vîrus vegirtine û 29 nexweşên vîrusê jî mirine.

Mucahid got tevahiya nexweş li nexweşxaneyan di nav karantînayan de ne.

Mucahid bibîr xistin ku hejmara giştî ya kesên ku virus vegirtine heta îro bûye 20 hezarû 793 nexweşan. Di nav de 5 hezar û 359 nexweş baş bûne û 845 nexweş mirine.

(şx)