Depoyên çekan ên Tirkiyê yên li Lîbyayê hatin hedefkirin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê encamên hedefên hawayî yên li dijî depoyên cebilxane yên girêdayî milîsan û rêxistinên tundrawî yên li herêma Tacûra ya Terablusê eşere kir.

Depoyên çekan ên Tirkiyê yên li Lîbyayê hatin hedefkirin
28 gulan, 2020   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîrê Rêveberiya Perspektîfên Manewî ya Artêşa Niştimanî ya LîbyayêXalid El-Mehcûb got, çeka asîmanî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrişên giran birin ser baregehên terorîstan û depoyên cebilxaneyên nû yên Tirkiyê yên li herêma Tacûra ya paytexta Lîbyayê Terablusê pêk anîn.

El-Mehcûb diyar kir ku derbeyên li dijî baregeha leşkerî ya Rehba Dirû ya girêdayî terorêstên "Beşîr Beqera" yê alîkarê DAIŞ li Lîbyayê  û cih ji fermandarên rêxistina terorîst li Tacûrayê dabîn dike"Zelal" bûn.

Her wiha destnîşan kir ku di derbeyên li geliya Rebî ya Terablusê de 3 fermandarên meydanî yên girêdayî milîsiyan hatin kuştin û kerwanekî çeteyên li eniya Eyn Zara ya başûrê Cerablusê hate rûxandin.

El- Mehcûb her wiha got, artêşa Lîbyayê nuqteyên xwe yên dawî yên li eniyên şer ên paytexa Terablusê û başûrê rojhilatê Misratayê parastî ye.

Demek beriya niha çeka asîmanî ya artêşa Lîbyayê baregeheke karûbarên fenî ya bajarê Xeryan kir hedef û li eniyên başûrê Terablusê gelek komîn çêkir, di encamê de bi dehan çeteyên sûrî hatin kuştin û girtin.