Dewleta Tirk gundên Biradostê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Biradostê da ber topan. Di encama topbaranê de agir bi zeviyên dexl û dan ket.

Dewleta Tirk gundên Biradostê topbaran kirin
28 gulan, 2020   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews‘ê, di saetên êvarê de artêşa Tirk a dagirker gundên Bêrkîm û Bîrke yên herêma Biradostê topbaran kir.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin girtin, ji ber topbaranê agir bi zeviyên dexl û dan gundiyan ket.