YE‘yê cezayên li ser hikûmeta Sûriyê dirêj kir

Konseya Yekitiya Ewropayê biryar da ku cezayên ji sala 2011‘an ve û vir de yên li dijî hikûmeta Sûriyê heta 1‘ê Çileya 2021‘an de dirêj bike.

YE‘yê cezayên li ser hikûmeta Sûriyê dirêj kir
28 gulan, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) biryara birîna cezayan a li dijî "Rejîma Sûriyê û alîgirên wê" da, biryar li gorî stratejiya yekitiyê ya li beramberî Sûriyê ji ber "Domandina pêkanîna tundiya li dijî sivîlan" pêk hat.

Nûnerê bilind ê ewlehî û siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell anî ziman ku ceza li dijî berpirsên azarê gelê Sûriyê ye, di nav de ferdên di hikûmeta Sûriyê û alîgirên wan de, karsazên ku destekê didin hikûmetê û ji "Aboriya şer" sûdê digirin  e.

Borrell her wiha got, Yekitiya Ewropayê dê "Destekda bi gelê Sûriyê re" dewam bike û hemû rêbazên heyî bi kar bîne da ku çareseriyeke siyasî pêk were ku bikeve berjewendiya hemû sûriyan û sînorekî ji tundiya domdar re deyne.

YE‘yê biryar da ku navê du kes û şerîketekê ji lîsteya xwe re reş derxin ji ber ku "Kiryarêna pêdiviya cezayê" sekinand. Her wiha navên du kesên din ji ber ku wefata wan derxist.

Lîsteya cezayên Ewropayê li dij 272 kesî û 70 saziyan e,  pereyên wan hatin cemidanin û wan ji rêwîtiyê hatin qedexekirin.