Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara kesên bi koronayê ketine bû 122

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê kesek din bi şewba Koronavîrusê ket. Hejmara kesên ku li Sûriyê bi şewba Koronayê ketine bû 122.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara kesên bi koronayê ketine bû 122
28 gulan, 2020   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand, di kesekî de vîrusa Koronayê (Covid-19) hate tespîtkirin. Wezaretê got ew kes ji ji Kuwêtê vegeriya.

Hejmara kesên ku li Sûriyê bi şewba Koronayê ketine bû 122.