Çete li Efrînê bi hev ketin

Li bajarê Efrînê ya dagirkirê di navbera çeteyên  "Furqet El-Hemzat" û çeteyên ji Xûtayê yên ku li Efrîn bi cih bîne de şer rû da. Tê gotin ku hin sivîl bûn qurbanî.

Çete li Efrînê bi hev ketin
28 gulan, 2020   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên koma "Furqet El-Hemzat" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker dikaneke xelekê herêma Erbîn a Xûtaya rojhilata ku piştî dagirkirina Efrînê dest danî ser, kir hedef. Êriş piştî ku xelkê Xûtayê qebûl nekir dikanê radestî wan bike, dest pê kir.

Di navbera xelkê Xûtayê ya ku destek ji çeteyên "Ehrar El-Şam El-Îslamiya" xwest û çeteyên Furqet El-Hemzat de şer derket.

Di encama şerê ku li ser rêya Racoyê dest pê kir û hîna jî didome de bi kêmanî 8 kes birîndar bûn, her wiha çekdar ji xûtayê Şamê hate kuştin û zaroka din jî jiyana xwe ji dest da.

Alozî li bajarê Efrînêd didome.