Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir

Îro Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê dest bi wergirtina hilberîna genim kir û diyar kir ku ew ê li herêmê 22 hezar ton genim ji cotkaran bikirin.

Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir
Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir
Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir
Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir
28 gulan, 2020   11:48
EYN ÎSA

Vê sibê navendên wergirtina genim dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir. Rêveberiya Xweser li herêma Firatê li navendên Çelebiyê û Rofî yên kantona Kobanê genim werdigire.

Endamê rêveberiya navenda Çelebiyê Comerd Muxtar diyar kir ku li navendê dikarin rojane hezar û 200 ton genim bikirin.

Di vê derbarê de Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya duh ji ANHA`yê re eşkere kiribû ku ew amade ne li navendên Çelebiyê û Rofî yên herêma Firatê 22 hezar ton wergirin.

Têkildarî berhemên ku şîrket nikare li herêma Firatê wergire, şîrketê cotkar ser serbest hiştin ku ew kîjan herêmê hilbijêrin, dikarin li wir hilberîna xwe bifiroşin, heta cotkarên herêma rojavayê kantona Kobanê dikarin hilberînên xwe li Minbicê bifiroşin, cotkarên başûrê Sirînê jî dikarin hilberîna xwe bidin depoyên Tebqayê û cotkarên bajarokê Eyn Îsayê jî dikarin hilberîna xwe bifiroşin Reqayê.

Li herêma Firatê 5 depo hene; Rofî, Çelebiyê, Eyn Îsa, Şerkerak û Dehlîz. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê 9’ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û navendên Şerkerak û Dehlîz dagir kirin û navenda Eyn Îsa jî ji ber artêşa Tirk gelek caran herêm topbaran kir, nikare hilberînan wergire.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim 20 navend diyar kirine û di van navendan de ew ê bi awayekî vekirî  wergirin û li navenda Dêrazorê jî dê genim di çewalan de bê wergirtin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H-T7_Lh1IjU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>