Parlamenterekî  iraqî: Di warê çavkaniyên avê de divê hikumet zextê li Tirkiyê bike

Endamê Komîteya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê Mensûr El-Beyîcî bi daxuyaniyekê got divê hikumeta Bexdayê dosyaya aborî bi kar bîne da ku zextê li dewletên çavkaniyên avê bike ji bo ku para Iraqê ji avê zêde bikin û got ev yek "şerê avê” ye.

Parlamenterekî  iraqî: Di warê çavkaniyên avê de divê hikumet zextê li Tirkiyê bike
28 gulan, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Mensûr El-Beyîcî bang li serokwezîr Mustefa Kazimî kir ku bi hemû şêwazên heyî û bi taybet ên aborî zextê li Tirkiyê bike.

El-Beyîcî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li beramberî bûyerên ji ber "şerê avê" diqewimin  û ev demeke dirêj e Iraq rastî wê tê, tenê temaşe neke. El-Beyîcî wiha got: "Divê para Iraqê ji avê ji aliyê dewletên jêderên avê ve zêde bibe. Ji ber xetereya şerê avê ji xetereya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ne kêmtir e û ji ber ku dê çandiniya li walatê me kêm bike bi taybet piştî buhayên petrolê ji ber Koronavîrusê daketine."

El-Beyîcî diyar kir ku guhertina dexlên dewletên pişta xwe dide gelek aliyan û ji wan aliyê çandiniyê ye û ji ber wê jî divê hikumet bi lez li dijî Tirkiyê bikeve tevgerê da ku para Iraqê ji avê mîsoger bike.

Dewleta Tirk beriya çend rojan Bendava Ilisu dagirt ku Enqereyê ji 2016`an dest bi avakirina wê kiribû û bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de dihêle.

(bx)