Belavbûna şewba "Covid-19"dewam dike

Belavbûna Koronavîrusê li seranserê cîhanê dewam dike. Li DYA`yê zêdetirî 100 hezar kes ji ber vîrusê mirin. Zaniyarek jî dibêje ku vîrus ji ber barçemkê çênebûye.

Belavbûna şewba "Covid-19"dewam dike
28 gulan, 2020   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), heta niha 5 milyon, 794 hezar û 723 kes bi vîrusê ketine, ji wan 2 milyon, 499 hezar û 801 kes mirine û 357 û 516 kes j baş bûne

Bi belavbûna vîrusê re, îdiya ku dibêje vîrus bi destê mirovan hatiye çêkirin hîna berdewam dike û Çîn  û nexasim laboratoriya Wuhanê bi wê yekê tên tewabarkirin. WHO`yê  tekez kir ku tu îspat tune ne ku vîrus di kargehekê de  hatibe çêkirin.

Di gelek raporan de hat gotin ku vîrus di yek ji labartoriyên zanista vîrûsan li bajarê Wuhan de hatiye çêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di destpêka meha Gulanê de bêyî ku cih bi taybet eşkere bike, got îspat hene ku çavkaniya çêkirina vîrusê labartoriyeke li bajarê Wuhanê ye. Piştî wê yekê jî serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê  wî der barê rastiya belavbûna vîrusê ji bajarê Wuhanê, lêpirsînê dike.

Serokê Navenda Erebî ya şaneyan û mamosteyê pergala  xweparastinê Dr. Edîb El-Zubî eşkere kir ku zanyariyên nû yên zanistî destnîşan dikin ku vîrûsa nû (covid-19) li kargehan hatiye çêkirin û ne wekî ku tê texmînkirin ku bi awayekî xwezayî û di hundirê barçemkê de bi pêş ketiye.

(bx)