Di çalakiyên HRE`yê de 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker eşkere kirin û diyar kir ku di çalakiyên wan de 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Di çalakiyên HRE`yê de 9 çete hatin kuştin
28 gulan, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên hêzên wan ên rojên 17, 18, 19, 23 û 25`ê Gulanê de agahî hatin parvekirin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

Di roja 17`ê Gulanê de hêzên me li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat jî di nav de, 2 çete hatin kuştin, lê belê kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zelalkirin.

Hêzên me li herêma Ezazê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist, lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di roja 18`ê Gulanê de hêzên me li herêma Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke serdagirtinê li dar xist. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di roja 19`ê Gulanê de  hêzên me li ser rêya gundê Çeqela û Alkana yên bi ser navçeya Şiyê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 1 çete birîndar bû û seyareyek jî hat derbkirin.

Di roja 23`yê Gulanê de hêzên me li nêzî Pira Acer ê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete birîndar bû.

Hêzên me li herêma Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di roja 25`ê Gulanê de hêzên me li taxa Mehmudiyê yê bi ser bajarê Efrînê de li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de seyareyek hat rûxandin, kuştî û birîndarên çeteyan ne hat zelalkirin.

Hêzên me li ser rêya Efrîn û Ezazê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de ziyana madî çêbû.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 9 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn û 1 seyare hat rûxandin.

Her wiha artêşa dagirker di demên dawîn de gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bi dijwarî topbaran dike û di encamê de ziyanên madî gihîştin sivîlan."

(kc)