Li Efxanistanê êrişa Talîbanê; 7 leşker hatin kuştin

Rayedarekî efxanî tevgera Talîban tawanbar kir ku berpirsa êrişa kujer a bûye sedema kuştina 7 leşkeran e.

Li Efxanistanê êrişa Talîbanê; 7 leşker hatin kuştin
28 gulan, 2020   09:51
NAVENA NÛÇEYAN

AFP’ê diyar kir ku îro di encama êrişekê 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê jiyana xwe ji dest da û rayedarên Efxanistanê tevgera Talîban berpirsa teqînê dibînin.

Berdevka parêzgeha Pervanê Wehîda Şehkar got çekdaran êrişî nuqteyeke kontrolê kir û gelek windahiyên tevgera Talîbanê çêbûn.

Serokê polîsên li herêmê Hisên Şah diyar kir ku çekdarên Talîbanê agir berda nuqteya kontrolê û 7 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Komîteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Efxanistanê parve kiribû ku di dema agirbesta demkî de ji sedî 80 hejmara qurbaniyan kêm bûye.

(eh)