ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-5-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-5-2020`AN
26 gulan, 2020   23:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, binpêkirinên cuda li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Tevî ku ew binpêkirin li dijî rêgezên qanûna navdewletî ne, lê heta niha tu aliyek bang li Tirkiyê nekiriye da ku wan binpêkirinan rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar Cemîl Reşîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Kurd û Erebên li herêmên dagirkirî asîmîle dike. Her wiha bang li hikumeta Sûriyê  kir ku li dijî planên Tirkiyê li Sûriyê bilive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji ber ferzkirina dema qedexeya derve, karmendên jin neçar man karên xwe di malên xwe de temam bikin. Di demên vala de jî bi rêya xwendina pirtûkan xwe perwerde dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şerîfe El-Hisênî ji 50 salan ve hewl dide asta êşa nexweşên şeqîqa sivîk bike. Ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye û hewl dide bê pere alîkariya nexweşan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Kobanê daristan û rûberên daristanî bi xeteriyên şewatan û çêrandina bêserûber û qutkirina daran re rû bi rû mane. Li aliyek din Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê plan dike di vî warî de gelek gavan bavêje û rûberên keskahî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA