2 balafirên Rûsyayê balafireke DYA’yê asteng kir

Artêşa DYA’yê ragihand ku duh balafirên Rûsyayê balafireke keşfê ya DYA’yê li Deryaya Spî asteng kir.

2 balafirên Rûsyayê balafireke DYA’yê asteng kir
27 gulan, 2020   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava du mehan de ev sêyemîn car e ku balafirên şer ên Rûsyayê yên ji cureyên Sukhoi 53 gerên balafirên keşfê yên DYA’yê asteng dikin.

Li aliyekî din jî di daxuyaniyê de hat ku her du balafirên Rûsyayê li kêleka baskên balafirên keşfê bûn û heta 64 deqan di bin baskên balafirê de man.  Daxuyaniyê kiryarên Rûsyayê şermezar kirin û parve kir ku ev yek ne ewle ye û rêwîtiya balafira DYA’yê dixe xetereyê.

Di dawiyê de bang li Rûsyayê hate kirin ku li gorî pîvanên navneteweyî tev bigere.

(eh