Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û şêxên eşîran cejna Remezanê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Şêxên eşîran spasiya hêzên QSD`ê kirin û piştgiriya xwe ji wan  anîn ziman.

Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin
Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin
Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin
Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin
Eşîrên Ereban:Spasiya QSD`ê kirin û cejana Remezanê pîroz kirin
24 gulan, 2020   08:21
TEBQA

Bi boneya cejna Remezanê endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz û şêxên eşîran serdana goristina şehîdan a herêma Tebqayê kirin.

Bi dehan malbat, şervanên QSD`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan pêşwaziya şandiyê kirin.

Şandeyê serdana navenda Meclisa Tebqa ya leşkerî kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir.

Dema serdanê bi navê eşîrên ereban ên li herêmê şêx Hamid Ferec, şêxê êla El-Wilda û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebayê cejn li gelên herêmê pîroz kir û wiha anî ziman:"Di vê rojê taybet de em spasiya QSD`ê dikin, QSD`ê hêzeke mirovî ye û bi berdêlên xwe dîrok nivîsandin.

Hamid Ferec da zanîn ku eşîrên ereban ên li herêmê dê piştgiriya QSD`ê bikin û wek ku li Reqa, Serêkaniyê, Girê Spî û Dêrazorê piştgiriya QSD`ê kirin ew ê her mil bi mil li gel QSD`ê bin.

Tê payîn ku şandeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û şêxên eşîran gera xwe berdewam bikin û serdana endamên bendên kontrolê bikin, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Reqayê û nuqteyên li nava bajêr bikin.

(eh)

ANHA