Koçberên Efrînê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin

Di demekê de ku Mislimanên cîhanê cejna Remezanê pîroz dikin, koçberên ji Efrînê rastî kuştin, binpêkirin û şewitandina hilberînên wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên. Efrînî bang li rêxistinên mirovî û cîhanê dikin ku van sûcên li dijî wan bisekinîn û bang li hêzên kurdî dikin ku bibin yek û dagirkeriya Tirk li Efrînê bi dawî bikin.

Koçberên Efrînê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin
24 gulan, 2020   07:39
ŞEHBA-MIZGÎN HEMÛ-SÎMAV XELÎL

Di dawiya meha Remezanê de û bi hatina Cejna Remezanê re,  artêşa Tirk herêmên sivîlan li kantona Şehbayê toparan dike û zadan dişewitîne. Ji ber topbaranê duh dema ku ciwanekî hewl dida agir vemirîne, jiyana xwe ji dest da.

Di vê çarçoveyê de ANHA`yê nêrînên koçberên Efrînê yên bi darê zorê koçî kantona Şehbayê bûne girt.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Henan ji gundê Babinis sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk bi koçberkirina me têr nebû, lê belê herêmên ku em koçberê bûne topbaran dike. Tirkiyê îdia dike ku dewleteke Misliman e, lê rêzê li hemberî rojên pîroz û cejnan nagire. Bi hatina cejnê re duh êrişî gundên navçeya Şêrewayê kir, ji ber şewatê berhemên çandiniyêê şewitîn û ciwanê bi navê Cemîl Ehmed(22) di hewldana vemirandina agir de jiyana xwe ji dest da."

Îbarahîm Henan wiha axaftina xwe dewam kir: "Li seranserê cîhanê amadekariyên cejnê tên kirin, lê  şêniyên Efrînê hîna jî ciwanên ku bi destê dagirkeran tên şehîdxistin, dispêrin axê."

Henan piştrast kir ku tevî topbaranê jî, ew ê berwedana xwe heta vegera Efrînê berdewam bikin.

Welatiya bi navê Şîraz Yûsif jî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê bi kiryarên dermirovî, derexlaqî û derolî bi nav kir û wiha got: "Di van rojên pîroz de artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî me sûcan pêk tîne. Bi şewitandina berhem û rizqê me têr nebûn û zarokên mem ku parastina debara me ya jiyanê dikirin hedef girt. "

Şîraz Yûsif bang li rêxistinên mirovî û cîhanî kir ku destwerdanê bikin, pêşî li binpêkirinên Tirkiyê bigirin û koçberan biparêzin.

Her wiha welatiyê bi navê Mihmed Hemo diyar kir ku artêşa Tirk hewl dide ku gelê Kurd qir bike û bi hemû rêbazan vîna wî têk bibe. Ji ber vê yekê bi koçberkirina gel ji warê wan têr nebû û niha jî berhem û debara jiyana şêniyan dişewitîne û kuştina ciwanan berdewam dike.

Hemo bang li hêzên kurdî kir ku tavilê yekitiya xwe ava bikin û dawî li dagirkirina Efrînê bînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rAgUzsL78ds" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>