Artêşa Lîbyayê 12 çeteyên sûrî dîl girt

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter hişar kir ku her hemwelatiyekî Tirkiyê li ser xaka Lîbyayê û her çeteyekî ku dewleta Tirk ew şandiye Lîbyayê dibe hedefa wan a rewa. Her wiha artêşa Lîbyayê ragihand ku wan 12 çeteyên Sûriyê li kampa Yermûk a başûrê paytexta Trablusê dîl girt.

Artêşa Lîbyayê 12 çeteyên sûrî dîl girt
24 gulan, 2020   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çapemeniyê ya Şer a Artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê parve kir ku li kampa Yermûk a başûrê paytextê Trablusê 12 çeteyên Sûriyê dîl hatin girtin.

Odeyê destnîşan kir ku piştî hêzên çekdar li kampa Yermûk kom dorpêç kir, ew kirin armanc.

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir:"Di encama kemîna me de, hejmar ji komên El-Heşd hatin kuştin, her wiha yekîneyên me 12 çeteyên sûrî yên alîgirên van koman dîl girtin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) beriya çend rojan diyar kiribû ku hejmara çeteyên sûrî yên li Lîbyayê hatine kuştin gihaşt 199 çeteyan û piraniya wan ji çeteyên tabûra Mutesim, Firqet Sultan Murad, tabura Siqûr El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.

(eh)