​​​​​​​Şewata li gundên Til Temirê didome, dagirker rê nadin ku were vemirandin

Şewata li zeviyên çandiniyê yên gundên navçeya Til Temirê didome. Hêzên dagirker rê nadin şênî û tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.

​​​​​​​Şewata li gundên Til Temirê didome, dagirker rê nadin ku were vemirandin
23 gulan, 2020   19:42
HESEKÊ

Hêzên dagirker di saetên destpêka vê êvarê de zeviyên çandiniyê yên gundên Rîhaniyê, Reşîdiyê û Qasimiyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê dan ber agir.

Şewat heta niha didome, hêzên dagirker tîmên agirkujiyê û şêniyên ku hewl didin agir vemirînin dikin hedef.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kclPifJdCp0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>