Trump û Erdogan derbarê Sûriye û Lîbyayê de axivîn

Berdevkê Koşka Spî  got, serok Donald Trump ji hevpêşiyê xwe yê Tirk Receb Tayyîp Erdogan re rave kiriye ku ew ji gurbûna mudexeleya biyanî di Lîbyayê de bi fikar e. Her wiha pêwîstiya agirbesta bilez destnîşan kir.

Trump û Erdogan derbarê Sûriye û Lîbyayê de axivîn
23 gulan, 2020   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koşka Spî Judge Dir di daxuyaniyê de got, Trump û Erdogan nakokiyên li Lîbya û Sûriyê tevî ji nû ve vekirina aboriyên cîhanê li gel belavbûna pandemiya cîhanê, nîqaş kirine.

Dir got: "Serok Trump ji Erdogan re destnîşan kiriye ku pêwîste çareseriyek siyasî li Sûriyê bê dîtin û alîkariyên mirovî bê astengî bigihêje tevahiya welêt. "

Dir wiha domand: "Herduyan mijara ji nû ve vekirina aboriyên cîhanê û xurtkirina wê nîqaş kirine."

(şx)