New York Times: Amadekariya pevguherîna dîlgirtiyên DYA-Îranê tê kirin

Rojnameya The New York Times ragihand ku Îran û DYA amadekariyên pevguherîna dîlgirtiyan dikin.

New York Times: Amadekariya pevguherîna dîlgirtiyên DYA-Îranê tê kirin
7 gulan, 2020   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The New York Times a DYA’yê diyar kir ku serokê DYA’ê Donald Trump û hikumeta Îranê têkildarî hevpeymana pevguherîna dîlgirtiyan, di nava dan û standinan de ye.

Tê zanîn ku leşkerekî hêzên DYA’yê li cem Îranê girtiye û bijîşkekî  îranî-amerîkî û dîplomatekî îranî jî li cem DYA`yê girtî ne.

Cîgirê nivîsgeha Berjewendiyên Îranê yên li balyozxaneya Pakistanê ya li Washingotinê Ebû Fedil Mehirbadî ji New York Times re daxuyand ku Washingotin hewl dide endamê hêzên darayî yên DYA’yê yê berê Michael White beramberî bijîşkekî îranî-amerîkî serbest berde. Miherbadî destnîşan kir ku ew bi kefalet derketiye û da zanîn ku dan û standin hîn bi encam nebûne.

Berdevkê malbata White, Jonathan Franks diyar kir ku ew hatiye agahdarkirin ku Washingotin û Tehran têkildarî pevguherîna girtiyan di nava diyalogan de ne.

Rojnameya New York Times li ser zimanê Franks ragihand ku heke li cem Îranê dosyaya pevguherîna dîlgirtiyan li ser maseyê heye yan na, ji ber ew dixwazin rêveberî di ber çavan re derbas bikin û Michael White vegerînin malê wî.

Li gorî rojnamayê herî kêm 4 welatiyên DYA’yê, ji wan 3 bi eslê xwe îranî ne, bi tawana sîxuriyê li cem Îranê girtî ne, her wiha tê gotin ku DYA jî derdora 20 welatiyên Îranê girtine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê yê berê Morgan Ortagos dabû zanîn bû ku her roj ji bo selametî û serbestberdana dîlgirtiyan di nava kar û xebatê de ne.

(eh)