Cotkarên kemûn çandiye ji berhemeke baş bi hêvî ne

Çandina kemûnê li navçeya Til Hemîs ya girêdayî kantona Qamişlo di salên borî de ji ber zuhabûnê di sala yekem de û barîna baranê bi giranî di sala duyem de paşde çûbû. Lê îsal cotkarên kemûnê hêvî dikin ku hilberîn baş be.

Cotkarên kemûn çandiye ji berhemeke baş bi hêvî ne
Cotkarên kemûn çandiye ji berhemeke baş bi hêvî ne
Cotkarên kemûn çandiye ji berhemeke baş bi hêvî ne
Cotkarên kemûn çandiye ji berhemeke baş bi hêvî ne
6 gulan, 2020   06:30
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Cotkarên kemûnê  yên navçeya Til Hemîsê û gundewarê wê di du salên borî de zirarên mezin dîtin. Di sala 2018`an de li herêmê hişkesalî çêbû û baran kêm  barî. Ew jî bû sedem ku derdora 152 hezar hektar ji zeviyên kemûnê yên navçeyê  telef bibin. Rêjeya zirarê gihaşt ji sedî 40 ji tevahiya zeviyên kemûnê.

Berovajî sala 2018`an di sala 2019`an de miqdarên mezin ji baranê barîn. Vê jî zeviyên ceh û kemûnê telef kirin. Hate texmînkirin ku rûberên bi kemûnê hatine çandin gihaştin ji sedî 10’î.

Ji ber wê çandina kemûnê di sala 2020`an de bi rêjeya ji sedî 5 kêm bû. Li gel wê jî cotkar hêvî dikin ku hilberîna îsal baş be.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Hewaş ji gundê El-Taêf başûrê Til Hemîsê diyar kir ku îsal wî 210 donim bi kemûnê çandin û wiha got: "Ji 3 salan ve ez kemûnê diçînim. Di du salên borî de min gelek zirar dît. Ez hêvî dikim ku hilberîna îsal baş be."

El-Hewaş destnîşan kir ku gelek sûdên kemûn ji zeviyan re hene.

Endezyarê çandiniyê Elî El-Berho û hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê ji ajansa me re behsa girîngiya çandina kemûnê ji bo axê kir û diyar kir ku çandina kemûnê dikeve nav dewreya çandiniyê û roleke girîng di hilberandina azotê ya bi sûd ji axê re dilîze. El-Berho îşaret pê kir ku îsal bi rêjeya ji sedî 5 ji zeviyan bi kemûnê hatine çandin. Rêjeya serkeftina çandina kemûnê li herêmên başûrê Til Hemîsê ji çandina wê li herêmên bakurê navçeyê baştir e.

(şx)

ANHA