‘ Eger yekitiya Kurd niha pêk nehat wê piştre jî pêk neyê‘

Siyasetmedarên Kurd destnîşan kirin ku eger yekitiya Kurd niha pêk nehat wê piştre jî pêk neyê û bal kişandin ser ku pêwîst e ENKS‘ê rewşê baş bixwîne. Siyasetmedaran her wiha gotin ku bangawaziyên Rêber Abdullah Ocalan ên dawîn ji bo yekitiya tevgerên siyasî yên Kurd û Kurdistanê bi nirx e.

‘ Eger yekitiya Kurd niha pêk nehat wê piştre jî pêk neyê‘
6 gulan, 2020   05:28
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – HÊLÎN HESEN

Çavê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li serkeftina însyatîfa fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demorkatîk a ji bo yekitiya Kurd û derbaskirina xeterî û planên li dijî herêmê têne kirin in.

Gelê Kurd di serxistina vê însiyatîf de çareserkirina hemû nakokiyên di navbera hêzên Kurd de û wek lêvegerek siyasî yekgirtî dibînin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd - Sûriyê (Partî) Ebdulkerîm Siko diyar kir ku rêzkirina mala Kurdî ji pêwîstiyan e û got: "Gelek hewldan û însiyatîfên nêzîkbûna aliyên Kurd-Kurd hene. Wek hêzên siyasî Kurd em bi însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk re ne."

Siko destnîşan kir ku eger yekitî niha pêk nehat wê piştre jî pêk neyê û wiha domand: "Divê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li şûna ku Rêveberiya Xweser bi desthilatê tewanbar bike rewşê baş bixwîne. Tu proje ji projeya Rêveberiya Xweser ji herêmê re baştir nîn e."

Siko anî ziman ku pêwîst e yekitiya Kurdî were avakirin da ku destkeftiyên di salên dawîn de  yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin.

NAMEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN JI BO YEKITIYA TEVGERÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ GIRÎNG E

Siko di nav gotinên  xwe de pesna bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan a ji hêzên Kurd re ku lihevkirina sala 1982`an pêk bînin kir û wiha pê de çû: "Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji pêwîstiyên bi lez in. Em wê we gavek beraliyê rast dibînin. Ev nêrîn û perspektîf ne yên vê kêliyê ne. Ew ji bo yekitiya tevgerên siyasî yên Kurd û Kurdistanî girîng in. "

Di berdewama gotinên xwe de Siko behsa planên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: "28 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene. Bi rêya wê Erdogan planan dike û fîtneyê di navbera hêzên Kurd de diafrîne. Piştre Îran û Bexda. Hêzên Kurdistanê dikarin peyama Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bikin bingeh da ku aloziyên girêk ên ku dewletên mêtînger diafrînin ji bo ku şerek Kurd-Kurd çêbibe, derbas bikin."

Sekreterê giştî yê Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Abas destnîşan kir ku pêvajoya Kurd tê re derbas dibin, kedan pêwîst dikin ji bo tevahî li ser masayekê rûnin û bi yek nêrîn, helwestî û daxwazî derkevin bi şêwazekê ku xizmeta hêviyên gelê Kurd dikin û got: "Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Hemû dixwazin şerê me bikin, dewleta Tirk a dagirker, rejîma Sûriyê, Îran û rêxistinên terorîst. Ji ber ku em xwedî doz û nêrînek demokratîk li ser bingeha wekheviyê ne. Li rex bangkirina mafên gelê Kurd em banga mafên pêkhateyên din dikin di Sûriyeyek demokratî û pirrengî de û bidawîkirina nakokiyên taîfî û nijadperestî."

(şx)

ANHA