Li herêmên dagirkirî çi diqewime?

Dewleta Tirk a dagirker û komên Turkmanî yê girêdayî wê li herêmên Bab, Cerablus û Ezazê yên dagirkirî sivîlan neçar dikin ku tev li partiya Turkmanî bibin û komên çete yên ku di demên dawî de li dijî polîtîkeyên wan derdikevin tesfiye dikin.

Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
Li herêmên dagirkirî çi diqewime?
6 gulan, 2020   05:50
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Tevî bertekên şêniyan û bangên li rêxistinên navdewletî,  artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên Turkmanî yên girêdayî wê binpêkirinên li dijî sivîlan û siyasetên tirkkirinê li herêmên ku dagirkirine didomînin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevlihevî, ne aramî û şerê di navbera çeteyan de re rû dide, ku jiyana bi hezaran sivîlan dixe xeteriyê.

Di dema dawî de dewleta Tirk siyasetên tirkkirinê zêde kir, di vê yekê de de komên Turkmanî yên girêdayî MÎT bi kar tîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Babê dane, dewleta Tirk li gundên Kurdan ên Bab û Cerablusê yên dagirkirî civînên veşartî li dar xistin. Di civînan de belgeyên sexte yên niştecihên wan gundan vekirin da ku wan îqna bikin ku eslê wan ne Kurd e , lê Tirkmanî ne û wan bi pere û paktên xwarinê, destekdayîna bi şêniyan li hemberî komên çete yên din  teşwîq bikin.

Çavkanî diyar kir ku civînên veşartî bi fermana komên Turkmanî têne lidarxistin. Ev kom ji çeteyên Sultan Suleyman Şah, Hemzat, Lîwa Sultan Murad û Partiya Turkmanî pêk tê.

Çavkaniyên taybet ji ANHA‘yê re diyar kir ku çete (Ziyad Hesen), çeteyên berê yên di nava DAIŞ‘ê de, Ehmed Edîb Ebû Edîb û Hecî Osman ku li bajarê Raî pêlavan çêdikin, çete Hisên Walî Edîb Muslim Hesen) ku sîxurê herî xeternak ê Tirkiyê Partiya Turkmanî bi rêve dibin.

Ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xelkên bajarê Babê di 18‘ê Mijara sala borî derketin xwepêşandana.

Serhildana xelkê Babê ya li hemberî dewleta Tirk ji aliyê çeteyên Tirkiyê yên li herêmê ve hate têkbirin.

Îstîxbarata Tirk bi destê çeteyên xwe li herêmên ku dagirrine fitneyê di navbera pêkhateyan de derdixin, hemû rêbazan astengiyan ji Kurdan re derdixin da ku wan beşdarî Partiya Turkmanî bikin.

Her wiha meteryalên bi zimanê Tirkî derbasî dibistanan kiriye, zorê li şêniyan dike da ku pereyên Tirkî bi kar bînin, li gel van ala Tirkiyê û wêneyê serokê wê Erdogan li tevahî saziyên herêmê daliqandine.

Armanca Tirkiyê ji van polîtîkeyan herêmên bakurê Sûriyê tirk bike û vê dike hincet ku sivîlên li bakurê Sûriyê bi eslê xwe turkmanî ne.

Par, dewleta Tirk çembereke turkmanî li Efrîna dagirkirî ava kir. Çember ji navçeya Şera heta Bilbilê ye. Hêzên dagirker malbatên turkmenî yên ji Xotaya Şamê piştî ku ew bi pere û xwarinê teşwîq kirine li vir bi cih kirin.

ÇIMA TEQÎN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ZÊDE BÛNE?

 

Di van dema dawî de komên çete ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dixebitin bêyî ku ajnîdeyên Tirkiyê pêk bînin, ji ber vê yekê Tirkiyê dixwaze wan tesfiye bike.

Çeteyên behnsa mijarê ev in: Ceyş El-Şerqiya û Ehrar El-Şerqiya (Ji eşîra Şiêtat a bajarê Dêrazorê ye, ji aliyê çete Ebû Hatim El-Şeqra ve tê birêvebirin. Ev kom di 22‘yê Çileya 2016‘an li bajarê Ezazê hate avakirin. Çeteyên DAIŞ‘ê sala 2014‘an li parêzgeha Dêrazorê li dijî eşîreyê komkujî pêk anîbûn).

Ji ber ku çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Ceyş El-Şerqiya li Sûriyê sûcên şer pêk anîne, rêxistinên hiqûqî ew wekî rêxistinên terorîst îlan kirin. Li ser vê Tirkiyê têgihişt ku ev herdu komanan li pêşberî civaka navdewletî xeteriyê li ser wê çêdike, xwest ji wan xilas bibe. Lewra ew şandin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê şer bikin û gefa qutkirina mûçeyan li wan xwar.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Ceyş El-Şerqiya qebûl nekirin biçin Lîbyayê û li rex Hikûmeta Wîfaqê ya Tirkiyê desteka wê dike şer bikin. Li ser vê yekê Tirkiyê ferman da komên Turkmanî yên li Bab, Cerablus û navçeya Cindirêsê ya Efrînê da ku komê tune bike.

Encamên vê yekê di teqînên li Efrîn û Babê, bihevketina çeteyan a 2‘yê vê mehê li Bab, Cerablusê û Cindirês de eşkere dibe ku kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.

Çeteyên koma Ehrar El-Şerqiya û Ceyş El-Şerqiya li navçeya Cindirês, bajarê Bab, Cerablus û Serêkaniyê belav dibin, bi taybet li dijî kurdan gelan komkujî pêk anîn.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Hisên Welo yê ji bajarê Babê ji ANHA‘yê re axivî û bang li

Li civaka navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bike sûcên li djiî sivîlan û guhertina demogarfîk ku Tirkiyê pêk tîne rawestînin.

Hisên Welo anî ziman ku "Dewleta Tirk demografiya herêmên dagirkirî diguhere, siclên sextet vedike û îdia dike ku niştecihên gundên Kurdan bi eslê xwe Turkmanî ne. Ev yek fikaran çêdike ku Tirkiyê hewl dide sînaryoya Lîwa Îskenderon a dagirkirî li bakurê Sûriyê dûbare bike."

Welo destnîşan kir ku rewşa sivîlên li Bab û Cerablusê ji ber kiryarên dermirovî yên leşkerên Tirk ên dagirkir her diçe kirîtîkkir dibe û wiha domand: "Rewşa jiyanî jî pir xirab e, ji ber derfeta kar tenê ji bo malbatên Turkmenî hatiye danîn. Li aliyekî din jî rewşa ewlehî tevlihev e, hema bêje rojane komên çete bi hev dikevin, li rex vê jî teqîn rû didin."

ANHA