ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2020
6 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ruxmî belavbûna pandemiya Korona li cîhanê, rêxistinên tenduristî rewşa kampan, bi taybet kampên li kantona Hesekê paşguh dike. Mudirê beşa awarte yê Heyva Sor a Kurd got: "Rêxistinan soza avakirina karantînayan dan lê sozên xwe neanîn cih, em  sedemên vê paşguhkirinê nizanin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku heta piştî ku nexweşiya Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket jî, nêzîkatiyên WHO’yê neguherîn û got "Divê WHO wekî prensîbên ku li ser hatiye avakirin, tev bigere.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û komên Turkmanî yê girêdayî wê li herêmên Bab, Cerablus û Ezazê yên dagirkirî sivîlan neçar dikin ku tev li partiya Turkmanî bibin û komên çete yên ku di demên dawî de li dijî polîtîkeyên wan derdikevin tesfiye dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê di êrişên xwe yên li ser herêmê de sivîl, mal, komîn, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dîroka dewleta Osmanî bi komkujiyên li dijî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Yewnan dagirtî ye. Tirkiye jî îro li Sûriyê li ser şopa bav û kalên xwe dimeşe û komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne, lewra divê gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabe serhildanê. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Cara yekemîn e piştî aloziya Sûriyê milyardêrê Sûriyê kurê xalê Beşar El-Esed, Ramî Mexlûf dîmenekî xwe li ser facebookê belav dike. Mexlûf di wî dîmenê de zulma hikûmeta wî ji kurê meta xwe (Beşar El-Esed) şîkayet dike, ku hikûmetê wî sed milyon dolar wekî baceyên pêşwext ên şîrîketa pêwendiyan "Syriatel" ku xwediyê wêjê xwestiye. Ev yek krîzek nû ji bo rejîma Beşar El-Esed derdixîne û deriyên pêşbiniyan li hember sedem, armanc û paşzemînên Mexlûf ku wan nakokiyan derxîne holê di vê demê de vedike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd destnîşan kirin ku eger yekitiya Kurd niha pêk neyê wê piştre jî pêk neyê û bal kişandin ser ku pêwîst e ENKS‘ê rewşê baş bixwîne. Siyasetmedaran her wiha gotin ku bangawaziyên Rêber Abdullah Ocalan ên dawîn ji bo yekitiya tevgerên siyasî yên Kurd û Kurdistanê bi nirx e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Penêr yek ji xwarinên sereke ye ku jin bi destê xwe çêdikin û wekî mûnê depo dikin, gelo penêr çawa tê çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Xwediyên patozan (Derase) ên Minbicê amadekariyên çinîna genim û ceh dikin. Saziya Çandiniyê piştî nêrîna li patozan dê mazotê li gorî rûxstên çandiniyê li wan belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarê bi navê Zekeriya Remezan ê rûberek baxçe danî ye beşek mezin a pêwîstiyên bajar û gundewarên Minbicê ji zebzeyan peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê di du salên dawî de çinînê kemûn paşket, sala yekem ji ber zuhabûnê û ya duyemîn ji ber baranê bû. Cotkar hêvî dikin ku mewsimê îsla yê kemûnê bi berhem be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA