​​​​​​​Li Bîrîtanya bîlanço giran dibe, li DYA‘yê hejmara miriyan 71 hezar derbas kir

Li Brîtanyayê di 24 saetên dawî de 693 kesên din bi Koroanyê ketine. Li gorî daneyan li DYA‘yê a hejmara miriyan 41 hezar derbas kiriye.

​​​​​​​Li Bîrîtanya bîlanço giran dibe, li DYA‘yê hejmara miriyan 71 hezar derbas kir
5 gulan, 2020   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Brîtanayê Domink Rap di kongreyeke çapemeniyê de agahiyên dawî yên derbarê vîrusê Kongreyê de li welatê eşkere kir.

Rap diyar kir ku di 24 saetên dawî de 693 kesên din bi Koronayê ketine, hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine  bû 29 hezar 427.

Bîlançoya îro li gorî ya duh (Duşemê) gelek e, ku duh 288 kes hatibûn tesbîtkirin.

Rab her wiha got qonaxa duyemîn a tedbîran dê cûda bû û destnîşan kir ku hikûmet hewl dide parastina derfetên kar misoger bike.

Brîtanya di aliyê hejmara kesên bi şewba Covid-19 ketine de, Îtalyayê derbas dike û di rêza duyemîn de. Piştre DYA‘yê di rêza çaremîn tê.

DYA

Li gorî daneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta êvara roja Sêşemê milyonek û 225 hezar û 63 kes bi Koronayê ketine û 71 hezar û 225 jî mirine. Bi vê yekê serjimariya halatan ji sedî 5.8. Her wiha 192 hezar û 177 kes anku ji sedî 15.7 rewşa wan baş bûye.

Li DYA‘ê di 24 saetan de 12 hezar û 228 kes bi Koronayê ketine û hezar û 304 jî mirine.