Artêşa Lîbyayê: Li rojavayê Terablusê bi dehan çete hatin kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku êrişa hêzên Wîfaqê ya li ser baregeha leşkerî ya Wetiyê hate bersivandin û bi dehan çete hatin kuştin.

Artêşa Lîbyayê: Li rojavayê Terablusê bi dehan çete hatin kuştin
5 gulan, 2020   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina ser bi Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve ragihand ku milîsên hikûmeta Wîfaqê vê sibeha roja Sêşemê bi desteka asîmanî ya dewleta Tirk hewl da êrişî baregeha leşkerî ya Wetiya ya li rojavayê Terablusê bikin.

Hate ragihandin ku yekitîniyên leşkerî ya artêşa Lîbyayê berisva hewldanê da, di encamê de 40 endamên hikûmeta Wîfaqê hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û hejmarek ketin destê artêşa Lîbyayê.