​​​​​​​Trump: Em ê raporekê zelal li ser eslê Koronavîrusê pêşkêş bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew ê raporeke "Zelal" li ser eslê Koronavîrusê pêşkêş bike.

​​​​​​​Trump: Em ê raporekê zelal li ser eslê Koronavîrusê pêşkêş bikin
5 gulan, 2020   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump îro  Sêşemê li Koşka Spî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "Em raporeke pir zelal li ser eslê Koronavîrusê di demeke guncaw de pêşkêş bikin."

Di raporên rojnamevanan de hate destnîşankirin ku Çînê ji ber tewanên Amerîkayê yên li dijî wê li pêşberî pêleke diminahiyê ye, ku DYA‘ê berpirsyariya belavkirina Koronavîrusê li cîhanê hilgirt ser wê.

Trump her wiha got: "Diviyabû ku Çînê piştî derketina vîrusê tavilî DYA‘yê agahdar kiriba, ta niha me ev mijar bi serokê Çînê  Xi Jinping re gotûbêj nekiriye."

Trump roja pêncşemê bi zimanekî tund Çînê rexne kiribû û ew tewambar kir civaka navdelwetî derbarê destpêka derketina vîrusê xapand.

Her wiha diyar kir ku wî delîl, dîtine îsbat dikin ku Koronavîrusê ji labratwareke Enstîtuya Virus a li Wuhan derket, û got ji ber binkeftina sekn û îradeya Çînê pandemî belav bû. Lê belê îstîxbarata DYE û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku ev vîrus bi eslê xwezayî ye.