​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn: 11 erebeyên agirkujiyê di xizmeta mewsima çandiniyê de ne

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê di çarçoveya amadekariyên mewsima çandiniyê de 11 erebeyên agirkujiyê xistine xizmetê. Endamê rêveber ê tîmê piştrast kir ku foca agirkujiyê ya bajêr hertim amadeye, ji bo ku weke sala borî şewatên mezin di zeviyan de çênebin.

​​​​​​​Tîma Destwerdana Lezgîn: 11 erebeyên agirkujiyê di xizmeta mewsima çandiniyê de ne
5 gulan, 2020   05:52
REQA-EMAR ABDULETÎF-CEMAL MIHEMED

Foca agirkujiyê ya bajarê Reqayê amadekariyên destpêkê ji bo mewsima çinînê bi dawî kirine. Da ku tu agir bi berhemên çandiniyê nekevin. Her wiha di sala borî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên çandiniyê şewitîn, di encamê de zirarek mezin giha bi hezaran cotkaran.

Endamê rêveber ê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir Xemîs diyar kir ku foca agirkujiyê bi temamî amade ye, da ku li hember rewşên awarte bisekine.

DI MEWSIMA ÇANDINIYÊ DE ODEYA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ HAT AVAKIRIN

Têkildarî mijarê Xemîs wiha got: "Îsal ji salên berê cûdatir amadebûneke pir baş heye. Her wiha zêdetirî 11 erebeyên agirkujiyê, 4 sarincên avê hatine amade kirin. Her wiha bi Şaredariya Gel a Reqayê û komîteya Çandiniyê re hevkarî hatiye kirin û odeya çalakiyên hevbeş hatiye çêkirin."

Yasir Xemîs wiha domand: "Xebat li ser xetan li gundewarên Reqayê hatiye dabeşkrin. Her wiha rêbazên fehesê ji endamên foca agirkujiyê re hatine peydakirin û hejmara wan 64 e. Ev hejmara mezin jî dema ku şewatek çêbû, dê karibe bersivê bide."

‘DIVÊ COTKAR JÎ TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN’

Yasir Xemîs, spasiya şêniyan kir ku sala par ji bo kêmkirina xeteriyên şewatan ked dane û got: “Em bang li cotkaran dikin ku hin tedbîrên parastinê mîna cudakirina zeviyên çandiniyê ji hev, bigirin. Hewl bidin ku çirûskên agir ji erebe yan jî ji jenaratoran û alavên çandiniyê derdikevin, negihin zeviyan.”

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê beriya demekê peyamek ji şêniyan re aşkera kir ku foca agirkujiyê ya Reqayê bi temamî ji bo mewsima çandiniyê ya îsal xwe amade kiriye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DEYP9ObZJwk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>