Melevan Resûl: Peyama Ocalan a ji hêzên Kurd re eşkere ye, êdî bes e şerkirin

Nivîskar û rojnamegerê Kurd Melevan Resûl bang li tevahî welatparêzan kir ku yekîtiya xwe ava bikin, nakokiyên xwe bidin aliyekî. Resûl got: “Bes e şerkirin". Peyama Rêber Abdullah Ocalan a dawiyê eşkereye û banga yekitî û lihevkirina li ser rêgezên nîştimanî dike.”

Melevan Resûl: Peyama Ocalan a ji hêzên Kurd re eşkere ye, êdî bes e şerkirin
5 gulan, 2020   04:20
QAMIŞLO

Ev çend sale dengê gelê Kurd yê herçar parçeyên Kurdistanê bi taybet jî Rojava ji bo yekîtiya hêzên Kurd bilind dibe. Gel bang dike ku partiyên Kurd nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin. Di vê dawiyê de jî gelek insiyatîf hatin destpêkirin, jê insiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Kurd ên li derveyî welêt. Her wiha 27’ê Nîsanê de Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Rêber Ocalan bal kişand ser pêwîstiya yekîtiya Kurdan.

Rêber Abdullah Ocalan wiha gotibû: "Divê beriya 40 salî yekîtiya Kurdan hatibûya avakirin. Ev peyama min ji Qendîl û hikumeta başûrê Kurdistanê re ye. Ji malbata Barzanî, Telebanî û tevahî kesên li Başûr re ye. Pêwîstiya Kurdan bi şerkirin û xwînrijandinê tune ye. Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Pêwîstiya Kurd bi gotina ev cih a min e û ev cih a te ye, tenê pêwîstî bi aştî û yekitiyê heye."

Têkildarî mijarê nivsîkar û rojnameger Melevan Resûl wiha axivî: “Gelê Kurd di qonaxeke pir hesas re derbas dibe. Gelek destkeftî bi dest xistin û pêdiviya wan niha bi israr, ked û rêxistineke mezin heye ku parastina destkeftiyan bikin.”

PEYAMA RÊBER OCALAN EŞKERA YE

Melevan Resûl bang li gelê Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li dora hev bicivin. Her wiha îşaret bi peyama Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: "Peyama Rêber Ocalan eşkereye, banga yekîtî û lihevkirina li ser rêgezên nîştimanî dike. Piştî 21 salan di ser girtin û tecrîdê re tişta ku ji telefûna dawî ya di navbera Rêber Ocalan û malbata wî de hatiye bihîstin pir girîng û stratejîk e. Bi taybet di vê qonaxê de, ji ber Kurdistan bi çar parçeyên xwe di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, nexasim Rojava û Başûrê Kurdistanê.”

Resûl destkeftiyên ku Kurdan di van 10 salên dawîn de di tevahî aliyên siyasî, leşkerî û rêvebertiyê de bi taybet li Rojava û Bakurê Sûriyê  bi dest xistine pîroz kir û got: “Ji ber ku di merheleyeke herî pêş ku hesaba wê nehatibû kirin de ne. Tevahî nakokiyên rejîma Baasê di civaka Sûriyê de çandibû hatin çewisandin. Êdî tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê cûdahî hev du qebûl dikin. Her wiha têgeha netewedewletê piştî ragihandina projeya Rêveberiya Xweser têk birin."

Resûl wiha domand: "Hêzên global hene ku dixwazin destkeftiyên şêniyên Rojava bi dest xistine têk bibin û Rêber Abdullah Ocalan xeteriya vê qonaxê baş dizane. Nemaze bi belavkirina rolên aktîv li Sûriyê û li Rojhilata Navîn. Her wiha gelek xeterî, ne tenê yên çeteyan hene. Lê belê hêzên herêmî hewl didin destkeftiyan têk bibin, ji lew re bang li xurtkirina pergala rêxistinê kir."

‘VEGERA DERGÛŞA NIŞTÎMANÎ Û ÇARESERKIRINA NAKOKIYAN’

Melevan Resûl behsa geşedanên li herêma Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê kir û got: “PDK’ê hêzên xwe li herêmê bicih kirine. Wateyên vê yekê yên pir xeter hene. Ew berjewendiyên siyasî yên Tirkiyê di asta yekemîn bi hevkariya hêzên herêmî û navnetewî bikar tîne. Ji ber wê divê yekîtî were avakirin û parçebûn di mala kurdî de çênebe. Eger êrişên leşkerî yên kurdî – kurdî çêbibin dê hemû kedên hatine dayîn û destkefiyên hatine bidestxistin winda bibin. Diyalog û kombûna li ser  maseyekê têrê dike ku hemû nakokî bidawî bibin û yekîtiyeke kurdî xurt ava bikin.”

Resûl diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di dema dawîn de behsa lihevkirina ku sala 1982`an di navbera PKK û Berzanî de hatiye îmzekirin kir, û ev tişt anî ziman: "Ji wê demê de xeterî didomin. Ji ber wê divê em li dergûşa niştîmanî ya kurdî vegerin û hemû nakokiyên xwe çareser bikin û bidin aliyekî. Heger ne wisa be dê li pêşiya hevgirtina kurdî bibe asteng."

Derbarê lihevkirin û insiyatîfên ku di demên berê de û niha ji bo avakirina yekîtiya Kurdî hatine kirin Resûl ev tişt got: “Divê xebat ji bo guhertina hevkariya Kurdî – Kurdistanî di navbera hemû aliyên Kurdî ji partiyên siyasî û rêxistinan were kirin û şerê navxweyî çênebe. Divê hêzên Kurdistanê di nava xwe de şer nekin û divê parastina gelê Kurd li her deverê bikin."

‘BES E EM ŞERÊ HEV BIKIN’

Melevan Resûl anî ziman ku heger yek parçeyê  Kurdistanê rastî êrişan were divê bi lezgînî parastina wê were kirin, herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Şengal, Kerkûk û bakurê Kurdistanê rojane rastî êrişên hovane tên û bi hezeran Kurd têne kuştin, revandin, girtin û darvekirin.

Nivîskar û rojnamegerê Kurd Melevan Resûl bang li hemû welatiyan kir ku berê xwe bidin yekîtiya Kurdî û nakokiyan bidin alî. Rêsûl di dawiya axaftina xwe de got: “Bes e em şerê hev bikin. Bila her kes li cihê xwe di nava partî û rêxistina xwe de xizmeta doza Kurdî bikin. Ji bo tinekirina destkefiyan hevkariya bi hêzên dagirker re nabe. Ji ber hêzên Kurdistanî berpirsê vê pêngava dîrokî ne."

(fr-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kVUQEvd60cI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>