Cenazeyê Seîd Gabarî li Hewlêrê hate veşartin

Cenazeyê hunermend Seîd Gabarî li Hewlêrê hate veşartin.

Cenazeyê Seîd Gabarî li Hewlêrê hate veşartin
4 gulan, 2020   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê hunermendê Kurd Seîd Gabarî yê ku ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyê bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê tedawî dibû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da, li goristana Mela Omer a li Hewlêrê hat veşartin.

Hunermend Seîd Gabarê sala 1956‘an li gundê Xirbê Kejî yê bajarê Hesekê ji dayik bûye. Di 8 saliya xwe de çavên xwe winda kir. Di sala 1970‘an de dest bi stranbêjiyê kir.

Seîd Gabarî ji ber zextan derdikeve Ewropa û di salên dawî de li Başûrê Kurdistanê bi cih dibe.

Bi hezan helbestên Cegerxwîn û Seydayê Tirêjî kirine stran û gotine.