Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin

Komîteya Rewşen Awarte ya ji bo parastina zeviyên çandiniyê hatiye avakirin, diyar kir ku tedbîrên hatine girtin xurt in û bang li cotkaran kir ku bi hêzên ewlekatiyê re bibin alîkar.

Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo parastina zeviyan ji şewatan tedbîr hatin girtin
4 gulan, 2020   14:51
QAMIŞLO

Komîteya Rewşên Awarte ya ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî (HPC), Komîteya Ekolojiya û Şaredariyan a Kontona Qamişlo û Yekitiya Cotkaran pêk tê civînek li navenda Meclisa Kantona Qamişlo li dar xist. Civîn bi armanca parastina zeviyên çandiniyê û rêgirtina li ber şewatan hate lidarxist.

Par li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 4 hezar hektar zeviyên ceh û genim şewitîn. Bi armanca rê li ber şewatan were girtin Meclisa Kantona Qamişlo mîsyona parastina zeviyan girt ser Komîteya Rewşên Awarte.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Parastina Civak bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê 24 saetan dewriyeyê parastina zeviyan organîze bike. Giraniya parastinê dê li zeviyên nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê be.

Nûnerên Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku tedbîrên ewlehiyê îsal gelek xurt in û bang li cotkaran kirin ku bi hêzên ewlekariyê re bibin hevkar.

Derbarê nîqaşên ku di civînê de hate kirin, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif wiha axivî: "Di navbera meclisa kantona û Komîteya Rewşên Awarte de koorîne hate çêkirin. Beriya mewsimê çinînê destpê bike me tedbîr girt, jê dermanên tunekirina nebatên bi zirar bêne reşandin.

Di pêvajoya duyemîn de dê serjimariyek were amadekirin û erebeyên agirvemirandinê wê werin amadekirin. Di pêvajoya sêyemîn de patoz dê werin amadekirin û kontrolkirin, mazot ji xwediyên wan re werin peydakirin û rê dê werin sererastkirin."

Perwîn şewatên ku par li herêmê rû da bi bîr xist û diyar kir ku ji bo parastina zeviyan wan bi gelek aliyan re tedbîrên pêwîst girtine.

Perwîn Yûsif bang li şêniyan kir ku di parastina zeviyên çandiniyê de bibin hevkar.

ANHA