Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir

Komîteya Aborî ya herêma Tebqayê miqdarê sotemeniyê yê ku dê li xwediyên patozan were belavkirin diyar kir.

Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
Komîteya Aborî ya Tebqayê miqdarê sotemeniyê ji bo patozan diyar kir
4 gulan, 2020   13:34
TEBQA

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê, Yekitiya Cotkaran û Meclisa Sivîl a Tebqayê re civiya. Di civînê de mekanîzmeya bicihanîna pêwîstiyên cotkaran ji bo mewsimê îsla û belavkirina sotemeniyê li gorî cûreyê patozan hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan biryara hejmara (5) hate derxistin, li gorî biryarê dê 11 hezar lître mazot ji bo her patozeke mezin û 80 lître ji bo patozên bicûk li xwediyên patozan werin belavkirin. Belavkirin dê li ser 3 pêvajoyan bi rêveberiya Rêveberiya Çandinî û Rêveberiya Sotemeniyê pêk were.

Her wiha komîteyê ji bo xwediyên patozan şert danîn, pêwîst e bi cih bînin, heger li gorî şertan tevnegerin dê li gorî rêziknameya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê werin cenzakirin. Ji wan biryaran, beriya ku tevahî patoz dest bi kar bike anku beriya wergirtina sotemeniyê dê ji aliyê komîteyê ve werin keşifkirin. Ji bo rewşên awarte mîna şewatan pêwîst e li gel xwediyên patozan alava agirvemirandina û sarîcek avê hebin.

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê beriya niha ragihandibû dê ruxist dide zêdeyî 92 xwendiyên patozan ên li herêmê.

ANHA