51 cenaze ji gora komî ya Til Zêdanê hatin derxistin

Tîma Destwerdanên Destpêkê hîn jî li bajarê Reqayê ji gora komî ya Til Zêdanê ku dikeve gundewarên rojhilatê Reqayê ,cenezayan derdixin û heta niha 51 cenaze hatine derxistin.

51 cenaze ji gora komî ya Til Zêdanê hatin derxistin
4 gulan, 2020   12:43
REQA

Gora komî li Til Zêdan e ku li gundewarê rojhilatê Reqayê ye û dikeve navbera gundên Reqa El-Semra û Hemrat. Rêveberê Tîma Destwerdanên Destpêkê Yasir Xemîs ragihand ku di gora komî de zêdetirî 200 cenaze hene.

Xebata li gora komî ne wek gorên din e, ji ber gorên din cenaze li ser cenaze hatibûn veşartin lê ya Til Zêdanê goreke komî ye û çeteyên DAIŞ`ê cenaze li ser hev kom kiribûn û binax kiribûn.

Yasir Xemîs got cenaze li ser hev hatine veşartin û ji ber hestiyên cenazeyan ketine nav hev, xebata wan dereng dimîne. Xemîs diyar kir ku temenê cenazeyan di navbera 25 heta 35 saliyê de ye û piraniya wan ji ber qetilkirinên meydanî yên ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî sivîlan pêk anîne.

Têkildarî xebata li gora komî Yasir Xemîs diyar kir ku ew bi baldarî li gora Til Zêdan kar dikin û rojane derdora 3 cenazeyan derdixin û teşxîsa hestiyan dikin.

 )eh(

ANHA