Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê bi dawî bû

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk dewriyeya hevbeş a li gundewarên herêma Aliyan bi dawî kir.

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê bi dawî bû
4 gulan, 2020   11:46
QAMIŞLO

Dewriyeya hevbeş îro ji gundê Dêrûna Axê yê herêma Aliyan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo dest pê kiribû. Dewriye ji 9 erebeyên Rûsyayê û 4 erebeyên hêzên dewleta Tirk a dagirker, her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

Dewriye ji gundê Dêrûna Axê dest pê kir û li gundê Batirzan, Bakrewan, Qastepan, Qerxo, Kaniya Nebî, Cîlika, Şêx Îbrahîm, Sermsax, Banokiyê û Xirab Reşik geriya.

Piştî dewriyeyê gera xwe bi dawî kir, hêzên dewleta Tirk a dagirker li nuqteyên xwe vegeriyan û polîsên leşkerî yên Rûsyayê jî vegeriyan Qamişloyê.

Tê zanîn ku hêzên Rûsyayê beriya dest bi dewriyeyê bikin alên xwe ji erebeyan rakirin û al li ser erebeyên artêşa Tirk tune bûn.

bx

ANHA