Parlemana Iraqê îro hikumeta Kazîmî dixe dengdanê

Parlemana Iraqê îro ji bo hikumeta serokwezîrê erkdar Mustafa Kazîmî dê deng bide. Di demekê de ku blokên sunnî û şîe piştgiriyê didin hikumeta Kazîmî, lê hevbendiyên Dewleta Qanûnê û Nîştimanî dijberî wî ne.

Parlemana Iraqê îro hikumeta Kazîmî dixe dengdanê
4 gulan, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (duşem) rûniştina dengdana li ser hikumeta serokwezîrê Iraqê yê erkdar Mustafa Kazîmî li dar dikeve. Li gorî çavkaniyan, ji bo derbaskirina hikumeta wî peymaneke nîv dawî pêk hatiye.

Hate ragihandin ku nelihevkirinên li ser wezaretên hundirîn û parastinê bi dawî bûne û dê Cûma Înad serkêşiya Wezareta Parastinê û Osman Xanimî jî dê serkêşiya Wezareta Hundirîn bike.

Çavkaniyan bi bîr xist ku serokê parlemanê Mihemed El-Helbûsî bang li Wezareta Veguhestinê kir ku ji bo veguhestina parlamenteran ji parêzgehên Besra, Erbîl, Silêmaniyê bo paytext Bexdayê, rêwîtiyên balafiran amade bike.

Tê payîn ku parleman di rûniştina sibê de ji bo hikumeta Kazîmî dengê xwe bi kar bîne, hin çavkanî jî dibêjin ku dibe rûniştin çarşemê bê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mustafa Kazîmî serokwezîrê sêyemîn e ku tê erkdarkirin ku ji dema îstîfaya serokwezîr Adil Ebdulmehdî de ku ji ber zextên xwepêşandanên girseyî yên Kanûna sala borî îstîfa kiribû.

Kazîmî dê heta 9`ê Gulanê koma xwe ya hikumetê pêşkêş bike.

cx

ANHA