Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin

Rêveberiya Giştî ya Daristan û Parastgehan dest bi çandina 4 hezar darên zeytûnan li aliyê bakurê devera Mizgeft a xwezayî kir.

Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin
Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin
Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin
Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin
Li Tirbespiyê 4 hezar darên zeytûnan hatin çandin
3 gulan, 2020   13:55
QAMIŞLO

Mizgeft devereke xwezayî ye,10 km dikeve bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Rêveberiya Giştî ya Daristan û Parastgehan di sala 2015`an de wek devereke xwezayî û seyrangehek ragihand. 

Di sala 2019`an de Rêveberiya Giştî ya Daristan û Parastgehan a Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewakariyê dest bi çandina daran li aliyê bakurê Mizgeftê kir. Di wê salê de rêveberiyê 4 hezar darên berhemdar mîna hejîr, hinar û tirî çandin. Rêveberiyê di destpêka îsal de projeya çandina daran berdewam kir û dest bi çandina 4 hezar darên zeytûnan kir.

Endamê rêveber ê Rêveberiya Giştî ya Daristan û Parastgehan Luqman Bedir diyar kir ku armanc ji çandina daran ew e ku herêmê xweşik bikin.

Bedir destnîşan kir ku ew Zabitaya Daristanê daran diparêze, nêçîr û çêrandinê qedexe dike. Her wiha karkeran ji bo avdana daran diyar kiriye.

Heta niha rêveberiyê derdora 10 hezar dar ji tevahiya cureyên darên daristanî û berhemdar li navçeya Tirbespiyê çandine.

Di navçeya Tirbespiyê de du cihên xwezayî hene, Mizgeft û Bendava Maşûq.

(şx)

ANHA