​​​​​​​Li Şehbayê hin şertên qedexeyê hatin sivikkirin

Ji bo mercên aboriyê yên şêniyan û wekî sivikkirina hin bendên qedexeya derketinê, Desteya Şardariyan a herêma Efrînê destûr da xwediyên bastayan ku li navçeyên lê dimînin, kar bikin.

​​​​​​​Li Şehbayê hin şertên qedexeyê hatin sivikkirin
3 gulan, 2020   13:22
ŞEHBA

Li gel dorpêça li ser kantona Şehbayê, şert û mercên aboriyê yên şêniyan û dabara jiyana rojane di ber çav re tê girtin. Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê hin bendên qedexeya derketinê ku li herêmê hatibû ragihandin ji bo xwediyê bastayan kêm kir.

Hevseroka Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Melek Husên ji ANHA`yê re wiha axivî: "Wekî em dizanin vîrusa Koronayê şewbeke cîhanî ye, ku ji ber wê gelek welat li ber hilweşînê ne. Ji ber ku herêma Şehba wekî gundan e û hawayê wê paqij e, me hin şertên qedexeyê hêsan kirin."

Melek diyar kir ku di civîna dawî ya Şaneya Aloziyê de biryara vekirin hemû dikanên bazirganiyê hat dayîn, lê belê ji bo parastina tenduristiyê rewş tê şopandin û dê şênî lixwekirina lepik û maskên tenduristiyê dewam bikin.

Der barê bastayê biçûk û sûkên gelêrî de, Melekê wiha got: "Da ku pêşiya kombûnên mezin û ihîmala belavbûna Koronavîrusê bê girtin, me biryar da ku xwediyên bastayan li navçeyên xwe kar bikin. Qedexe ye ku wekî berê li sûkên gelêrî û bazaran, kombûn çêbibin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n1V5OxlGCsk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>