Balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêmên Idlib û Hemayê geriyan

Îro di saetên sibê de balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê gundewarên Hema û Idlibê geriyan.

Balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêmên Idlib û Hemayê geriyan
3 gulan, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên keşfê yên Rûsyayê îro li asîmanê gundewarên rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê geriyan.

Her wiha hêzên hikûmetê deverên li Kefer Iweyid a li başûrê Idlibê, El-Enkawî ya Sehil El-Xab topbaran kirin lê tu agahî der barê ziyanên mirovî de tune ne.

Hêzên hikûmetê deverên El-Fitîra, Filêfil, Kinsefra û Sifohin ên aliyê başûrê gundewarên Idlibê jî bi moşekan topbaran kirin.

bx