Komînên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê enqazan radikin

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dest bi hemleya paqijkirina enqazên malên ji ber şer xirab bûne, kir. Heta niha nêzî 700 mal hatine paqijkirin.

Komînên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê enqazan radikin
3 gulan, 2020   12:01
HELEB 

Piştî derbasbûna 9 salan di ser şerên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bejarê Helebê re ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku bi xwe re wêranî anî, komînên her du taxan dest bi rakirina enqazan kir.

Her sal bi taybet di destpêka werza havînê de, tevahî komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevahî malên ku bi kêrî rûniştinê ne paqij dikin da ku parastina şêniyan ji nexweşiyan bikin.

Komînên her du taxan di 26’ê Nîsanê de dest bi paqijkirin û dezenfektekirina malan kir, her wiha heta niha nêzî 700 mal paqij kirine.

Endamên rêveber, endamên komîn û meclisên her du taxan saet ji 10’ê sibehê heta saet 2’yê nîvro li gel parastina xwe bi rêya lixwekirina mask û lepikan, kar dikin. Li aliyekî din jî komîn bi hevkariya Şaredariya Gel bi şandina erebeyên veguhastina bermahî, çop û dezenfektekirina malan dixebitin.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo a beşa Rojava ji taxa Şêxmeqsûdê Îsa Mistefa wiha axivî: "Hedefa me ji hemleya paqijkirin û dezenfektekirinê parastina şêniyan ji nexweşî û vîrusên ji bermahiyên şer e. Ew jî wek pêngaveke tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê ye."

Mistefa bang li tevahî şêniyan kir ku ji wan re hevkar bin da ku taxên wan paqij bikin.

Dê ev hemle heta bidawîkirina tevahî malên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên paqijkirin, bidome.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kp-YC2ChclE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>