Aloziya Mexlûf û Esed kûrtir dibe

Karsazê Sûriyê û xizmê Beşar El-Esed, Ramî Mexlûf eşkere kir ku hêzên ewlekariyê yên hikumetê dest bi binçakirina karmendên şîrketa wî kiriye. Her wiha êrişî hikumetê kir û diyar kir ku zextê bi şêweyekî nayê qebûlkirin û dermirovî, dest pê kiriye. Mexlûf tiştê ku diqewime bi xetereyeke mezin bi nav kir.

Aloziya Mexlûf û Esed kûrtir dibe
3 gulan, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ramî Mexlûf îro wiha got: "Zextê bi şêweyeke nayê qebûlkirin û nemirovî dest pê kiriye. Hêzên ewlekariyê karmendên me binçav dikin. Gelo kesî bawer dikir ku hêzên ewlekariyê bên şîrketa Ramî Mexlûf ku di şer de piştgir û xizmetkarê herî mezin ê hikumetê bû. Lê mixabin êdî her tişt berevajî dibe."

Mexlûf wiha dewam kir: "Hûn dibêjin qey lîstok an henek e? Ew xetereyeke mezin e, ji ber ku tiştê ji min tê xwestin ez nikarim pêk bînim. Ji min hat xwestin ku ez çavgirtî perspektîfên wan bi cih bînim. Ez dibêjim ev şêwaz nabe, nabe ku desthilat bi awayekî şaş bê bikaranîn."

Mexlûf wiha pê de çû: "Nabe ku em desthilatê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, divê ji bo xizmeta gel bê bikaranîn. Min berê jî ji serok (Beşar El-Esed) xwestibû ku destwerdanê bike û barê ku şîrketa me nikare rake, daneyne ser milê me. Armanc ne ew e ku em pereyan nedin, lê belê divê pereyên em didin bigihêjin kesên layîq, ji ber ku yên hewcedaran bûn. Mijar pir nazik û mezin e. Beşek ji şîrketan ji bo karên mirovî hatibû veqetandin."

Mexlûf wiha lê zêde kir: "Armanca ji vê bangewaziyê ew e ku sînorek ji destwerdanên têkildarî xwediyê biryarê re bê dayîn. Ji ber ku êdî rewş xeternak e û nayê tehemûlkirin."

(cx)

ANHA