Komîteya Zimhêrê bazara Dirbêsiyê kontrol kir

Endamên Komîteya Zimhêrê ya Kantona Hesekê da ku pêşî li keysbaziya buhayên kel û pelan bigirin, li bazara navçeya Dirbêsiyê geriyan.

Komîteya Zimhêrê bazara Dirbêsiyê kontrol kir
3 gulan, 2020   11:53
HESEKÊ

Di demên dawîn de li bazarên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxên kel û pelan bilind bûne, sedema vê yekê jî hem ji ber dergeh girtî ne û hem jî ji ber bazirgan vîrusa koronayê (Covid-19) keysbaz dikin.

Îro endamên Komîteya Zimhêrê ya Kantona Hesekê bi hevkariya Komîteya Zimhêrê ya navçeya Dirbêsiyê li nava bazara navçeyê geriyan û rê li pêşiya keysbaziyê girtin.

Komîteyê li dijî kesên muxalif ceza birîn û madeyên demborî desteser kirin.

Komîteya Zimhêrê bi domdarî lîsteya nirxên kel û pelan diyar dike û welatiyan hişyar dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/txnUqdzS7N4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>