Di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de… Medya ji rastiyê dûr e

Medya û çapemenî ji ber ku ket destê desthilatdaran ji cewherê xwe yê rasteqîn derket. Niha destê çîna sermayedar û desthilatdaran de bûye alavek tahakkûmê. Lê di roja îro de li gel pêşketinên teknolojîk pêwîstî bi çapemeniya alternatîf a ku bikare li ser cewherê xwe, xwe bi rêxistin bike heye.

Di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de… Medya ji rastiyê dûr e
3 gulan, 2020   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Medya anku çapemenî wek jêdereke bingehîn a agahî û nûçeyan tê hesibandin. Girîngiya wê ji asta bandora ku li ser çînên civakê yên cuda dike tê. Divê ragihand azad be û bi pirrengiya nêrînan û azadiya rayan bawer bike. Ji ber ku ji girîngtirîn amûrên xurtkirina  zelalbûnê di civakê de û rêgezên geşepêdana siyasî û çandî tê hesibandin.

Roja 3`yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê tê hesibandin. Civata Giştî ya NY`yê di Kanûna 1993`yan de li gorî perspektîfên UNESCO’yê 3`yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rojnamegeriyê ragihand.

Çapemeî roleke bingehîn di zanakirina civakê de dilîze. Her wiha rola avakirina peywendiyan di navbera civakan û desthilatan de dilîze. Rêbazek ji bo ravekirina rayê ye. Lê pergala kapîtalîzmê wek amûreke ji bo pêkanîna  armancên xwe bi kar anî.

Li şûna ku rojnamegerî nêrîna civakê rave bike, îro ketiya bin bandora desthilatê. Ji hêla siyasetên cuda ve tê kontrolkirin. Ew siyaset hewl didin civakê ji rewşa wê dûr bixin. Bi rêya wê pergala kapîtalîzmê siyaset û îdeolojiya xwe pêk tîne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk "de dibêje: "Bi qasî ku rahibên Sumer û Misrê sîstema zordestî û mêtingeriyê bi mîtolojiyê rewa kirine, sîstema kapîtalîst jî bi ‘zanistperestiyê’ hatiye rewakirin. Qaşo cîhana zanist û akademiyê bahaneyên teorîk ên rewakirinê amade dike, cîhana medyayê jî bi awayekî bingehîn propgandaya wê dike. Sîstemeke ku derketiye holê tu têkiliya wê bi civak û jiyanê re nîn e, mirov dikare fêm bike ka çima medyaya hemdem bi pêş de dibe. Ne bi tenê medya, bi tevahî endustriya cîhana gerdîş-show, huner, spor û seksê bi tezên zanistê yên ji rê derxistî, yekpare dikin û pê dil û mejiyê tevahiya mirovatiyê kêlî bi kêlî didin ber topan. Ev topbaran nebe, bi amûrên zorê yên aşkera li ber çavan, sîstem nikare bê dewamkirin.

Hegemonyaya kapîtalîst hêza xwe ya bingehîn ji hegemonya xwe ya îdeolojîk digire. Medya bûye endustrî û zanista bi ser desthilatdarî û netewedewletê ve bûyî, sîlehên bingehîn ên vê hegemonyayê ne. Ji bo rizgariya civakê, berê pêşî hewcedarî pê heye ku li van her du qadan şoreş bê kirin."

ÇAPEMENÎ DI BIN KONTROLA DESTHILATAN DE YE

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bengîn Seydo got: "Ruxmî qanûnên ku çapemenî orgenîze dike û ruxmî sînorê azadiya ku ji dezgehên çapemeniyê re hatiye danîn, rojnamegeriya cîhanê hîna di bin kontrola desthilatan û siyasetên wan de ye. Ji ber ku ew qanûn ji hêla wan desthilatan ve hatine danîn."

Seydo wiha domand: "Qanûnên ji hêla desthilatan ve li cîhanê hatine danîn, tê de sînorek ji azadiyê, ji karê rojnamegeriyê re heye. Lê gelek qanûnên din, qanûnên ku sînorê azadiyê daniye, betal dike. Ev jî asta kontrolkirina çapemeniyê diyar dike."

Li Sûriyê jî bi tenê çapemeniya fermî heye. Hinek dezgehên çapemeniyê yên din jî di bingehê de girêdayî hikumeta Sûriyê û kesên nêzî wî ne û bi wêneyekî bêalî nayên nîşandan.

Gerînendeyê Buroya Radyoya El-Eyn rojnamevan Arîn Şêxmûs destnîşan dike ku rojnamegerî di Sûriyê de beriya destpêkirina şoreşê girêdayî çapemeniya desthilata Sûriyê bû. Arîn Şêxmûs wiha axivî: "Beriya 2011`an de tiştek bi navê rojnamegerî û çapemeniyê tune bû. Tenê çapemenî û rojnamegeriyek girêdayî hikumetê û fermî hebû. Ew jî girêdayî partiya Baas bû û siyasetên hikumeta ku welat bi rê ve dibe, belav dikirin."

Arîn Şêxmûs destnîşan kir ku ger dezgehên çapemeniyê yên Kurd bi awayekî veşartî hebûna, ev çapemenî girêdayî hinek partiyên siyasî yên Kurd bû û rojnamevan jî di bin leqeban (nasnav) de kar dikirin, ji tirsa girtinê ji hêla saziyên emnî yên desthilatan ve.

LI SÛRIYÊ REWŞA ÇAPEMENIYÊ

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re di Adara 2011‘an de ji ber girîngiya çapemeniya rewşa şoreşê û daxwazên gel, li şûna ku çapemenî bibe alternatîfa çapemeniya fermî û ya hikûmetê, lê bi lez di warê siyasî de hate bikaranîn, nemaze dema ku şoreşa Sûriyê veguherî aloziyê ku heta roja me ya îro ji ber destwerdanên derve didome.

Nûçegihanê kanala Skynews Arabia Hejar El-Seyîd li ser rewşa çapemeniyê di hundirê Sûriyê de ev tişt anî ziman: "Şoreşa Sûriyê bi bin ket, ji ber çapemeniya layiqî asta şoreşê tune bû. Bi destwerdanên derve di herêmên Sûriyê de ji ber desteka aliyên derve çapemenî derket. Rewşa çapemeniyê li wan herêman mîna herêmên di bin serweriya muxalefetê de ye, yanî çapemeniya rihên spî û çapemeniya îxwanîyan."

Hejar bi domdarî got: "Li ser vê yekê em mînakekê bigirin dest, çapemeniya çeteyên li herêmên Efrînê yên di bin serweriya çeteyan de xwe dispêre çeteyetî bêyî ku rewşa jiyanî ya li wir ragihîne, tenê ji bo qezenca pereyan dixebitin.”

MEDYAYA ALTERNATÎF LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI PÊŞ DIKEVE

Berevajî herêmên din ên Sûriyê çi yên di bin serweriya rejîma Esed de yan yî çeteyên Tirkiyê de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çapemeniya alternatîf bi pêş ket. Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiyeke mezin da çapemeniya azad. Li gorî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li herêmên Rêveberiya Xweser ta niha derdora 100 saziyên çapemeniyê (xwecihî, erebî û biyanî) dixebitin.

Nûçegihanê kanala RT Mihemed Hesen jî got: "Ji destpêka bûyerên li Sûriyê ve rewşa çapemeniyê li welat bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hate guhertin. Wekî rojnamevan bûyeran, rûdanên li ser erdê diqewimin, ji şerên leşkerî, pêşketinên siyasî, guhertinên ku çêdibin çi dewriyeyên Tirkiye- Amerîka an jî Tirkiye –Rûsya, an jî hebûna Amerîka yan Rûsyayê dişopînim. Dikarim bêjim ku rewşa çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên din ên di bin serweriya rejîma Sûriyê û opozîsyonê de bi gelekî baştir e. Li gorî herêmên din ên Sûriyê me gavên mezin avêtine."

Der barê rewşa çapemeniyê de li herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê yanî yên opozîsyonê de Hesen ev tişt got: "Destûr nadin rojnamevanan ku bi azadî karê xwe bikin. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî ku hin binpêkirinên derdikevin jî lê ez dibîmin ku rewşa çapemeniyê li vir ji herêmên din ên li welat bi gelekî baştir e, binpêkirin ferdî ne, kêm in, li ser tiliyên destekî têne jimartin."

Her wiha hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo anî ziman ku tevî qanûn û biryarên ku ji aliyê NY‘ê ve hatin derxistin lê tiştekî navê xwe çapemeniya serbixwe nîn e û wiha domand: "Destek ji çapemeniyê re tê kirin û li gorî siyasetên aliyên ku destekê didin kar dike, lê bi rêya çapemeniya alternatîf em dikarin bigihêjin çapemenîyeke serbixwe ku nêzîkî civakê be.”

ANHA