Rêxistina Ciwanan a Cezayirê banga boykotkirina Tirkiyê kir

Serokê Rêxistina Ciwanan a Cezayirê Emanî Osama helwesta Erebî û navneteweyî ya  ji bo rewşa Sûriya û Lîbyayê rexne kir.  Her wiha diyar kir ku ji ber destwerdana Tirkiyê di her du dewletan de dibe ku karesatek mirovî bê jiyîn, netewa Ereb û civaka navnetewî yên ku li hember Tirkiyê bêdengin berpirsên wê karesatê ne.

Rêxistina Ciwanan a Cezayirê banga boykotkirina Tirkiyê kir
3 gulan, 2020   06:22
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Serokê Rêxistina Ciwanan a Cezayirê Emanî Osama bi ANHA’yê re hevpeyvînek çêkir. Osama diyar kir ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker û Qeter piştgiriya terorê dikin, ciwanan dikin leşker û dijînin Sûriye û Lîbyayê. Osama bang li civaka navneteweyî kir ku dewletên destekerên terorê tewanbar bikin û li ser astên dîplomasî û aborî wan dewletan boykot bikin.

Osama wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta El-Seraj rewabûna xwe winda kiriye û li Libyayê bûye xeteriyek herêmî. Em bang li civaka navneteweyî û dewletên cîranên Lîbyayê dikin, ji bo ku çareseriyek aştiyane ku nakokiya Lîbyayê bidawî bike, lihev bikin.”

Di dawiyê de Osama banga pêwîstiya hebûna koordîneyek Erebî ji bo avakirina yekrêziyê li dijî timayên Erdogan kir û wiha got: “Ne tenê Lîbya, tevahiya dewletên Ereb û dewletên ku berê ji hêla Osmaniyan ve hatibûn dagkirin, hatine hedefgirtin.  Armanc jî vejandina xewna xilafata Osmanî ye.”

(şx)

ANHA