Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe

Şêniyên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê ku ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdeyî 8 mehan ji gundê xwe dûr ketibûn, êdî vedigerin gundê xwe.

Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
Şêniyên Soxanekê vedigerin gundê xwe
3 gulan, 2020   06:33
EFRÎN – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, gelek malbat ji gund koçber bûn. Beriya çend rojan derdora 20 malbatan ku zêdeyî 8 mehan li koçberiyê man biryar dan ku vegerin gundê xwe.

Gundê Soxanekê dûrî gundên ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin e. Soxaneke 2 kîlomtereyan dûrî gundên Kîmar, Berada û Basilê yên dagirkirî ye.

Şêniyên gundê Soxanekê ji ANHA‘yê re behsa sedema derketina xwe ya ji gund kirin.

Kalemêrê bi navê Xelîl Berekat anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundê wan topbaran kir, ji ber vê yekê neçar man ji gund derkevin.

Berekat ê ku biryara vegerê da, got: "Tiştek mîna gund hêja nîne. Em li gund mezin bûn, dewleta Tirk çi bike em nikarin dûrî gundê xwe bijîn. Artêşa Tirk 800 darên zeytûnan li nêzî gundê Kîmarê şewitandin û kurê wî dema ku pez diçêrand de girtin.”

Leşkerên artêşa Tirk û komên çete ji Efrîn, Ezaz û Marê hema bêje rojane gundê Soxanekê yê Şêrawayê û gundên navçeya Til Rifetê topbaran dikin.

Jina bi navê Henîfa Xelîl jî got: "Em nikarin bi awayek ewle li gund bimînin. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji hemû aliyan ve li derdora me ne. Bi hezaran darên me yên zeytûnan  hene, em ji derve zeytê dikirin. Lê ji ber leşkerên dagirkeriyê nêzî me ne, em nikarin zeytûnan berhef bikin û li darên xwe xwedî derkevin."

Henîfa anî ziman ku li gund gelek mal û deverên dîrokî ji ber topbaranê wêran bûne.

Şêniyê bi navê Mehmûd Mamo wiha axivî: “Artêşa Tirk a dagirker di rojekê de zêdeyî 120 top avêtin gundê Soxanekê, di dema dawî de jî gund bi dijwarî da ber topan. Ji ber vê yekê em neçar man ku koçberî gundê Aqîbeyê bibin. Lê li wir jî dîsa me hedef digre. Me biryara vegera li gundê xwe da. Em nikarin dûrî gundê xwe bijîn, em ê berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker bidomînin."

Welatiyê bi navê Elî Mamo diyar kir ku mala wî hate topbarankirin û ev tişt anî ziman: "Dagirker û çeteyên wê derengî şevê gund topbaran dikin da ku tirsê di nav sivîlan de belav bike.”

Mamo bang  li rêxisitnên navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bike bila leşkerên Tirk û çeteyên wê binpêkirin û êrişên xweyên li ser gundên navçeya Şêrawayê rawestîne.

Leşkerên artêşa Tirk binpêkirinan li dijî şêniyên gundê Soxanekê pêk tînin, gund topbaran dikin, bi taybet cotkaran gulebaran dikin. 

Her wiha bax û baxçeyên sivîlan û darên zeytûnan şewitandin û gelek şêniyên ku di navbera gundên Soxanekê  û Kîmarê de diçêrandin girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L-fC_uh23i4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>