​​​​​​​Rewşa gelê Kurd bi rêya şano rave dike

Axîn, li rexma temenê xwe yê biçûk hewl dide rewş û fedekariyên gelê Kurd bi şanoyê rave bike. Bi rêya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger derfetek dît ku xewnên xwe pêk bîne.

​​​​​​​Rewşa gelê Kurd bi rêya şano rave dike
​​​​​​​Rewşa gelê Kurd bi rêya şano rave dike
​​​​​​​Rewşa gelê Kurd bi rêya şano rave dike
​​​​​​​Rewşa gelê Kurd bi rêya şano rave dike
3 gulan, 2020   06:18
HELEB-MIHEMED EBDO

Axîn Mihemed ciwanek 15 salî ye. Bi şerê li Sûriyê rû daye bandor bûye. Di şanoyê de rêyek dît ku beşek ji azarên gelê Kurd rave bike.

RUXMÎ KOÇBERIYÊ BEHREYA XWE PÊŞ XIST

Malbata Axîn Mihemed ji ber binpêkirinên û êrişên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên du caran koçber bû. Ya yekê ji ber êrişên çeteyan li dijî taxa Şêxmeqsûd û ya din ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê û dagirkirina wê.

Axîn li kantona Efrînê bi rêya bername û çalakiyên hunerî yên ku Yekitiya Ciwanên Şoreşger li Efrînê orgenîze dikirin, şano nas kir. Axîn vegotina rewşa gelê xwe û pêşxistina behreya xwe ji bo ku bigihêje dîkên şanoyên cîhanî ji xwe re kir xewnek.

Axîn di vî warî de dibêje: "Dayîka min desteka min kir û ez teşwîq kirim. Navendên Yekîtiya Ciwanan ji bo pêşxistina behreya min cihek guncew bû. Navendan bi rêya peydakirina hawîrdorek guncew û dayîna waneyan zanîna min a şanogeriyê pêş xist û benda tirsê li cem min rakir."

ZIMANÊ DAYÎKÊ FÊR BÛ DA KU XEWNÊN XWE TEMAM BIKE

Axîn li rex pêşxistina behreya xwe, zimanê Kurdî xwend û sê astên wê di demek kurt de temam kir. Piştre dest bi nivîsandina fikrên xwe bi zimanê dayîkê kir. Hewl dide rolên xwe di şanoyên girêdayî fedekariyên gelê Kurd di rêya azadiyê de bi lez ezbar bike.

Di vî warî de Axîn dibêje: "Di temenek biçûk de ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Da ku bi zimaneke resen û têgihiştî xelkê muxateb bigirim. Ez ji lêdana bizqê jî hez dikim. Ji ber ku tovika çanda me tê hesibandin. Ez hewl didim behreya xwe pêş bixim û tê de bibin pispor ji bo ku di pêşerojê de vebêjim."

BI ŞANOYÊN KURD REWŞA FEDEKARIYÊN RAVE KIR

Ji ber ku Axîn behreya xwe pêşxist û hertim rol lîstin, êdî di nivîsandina hinek skêçan de bûye pispor. Axîn hinek zarokên malbatên şehîdan perwerde kirin. Her wiha tev li derhênarkirina hinek şanoyan bû ku di demên cuda de.

Di 8`ê Adarê de Axîn şanoyek kurt bi tevlibûna hevalên xwe yên ku pê re perwerde bûne, girêdayî komkujiyên DAIŞ`ê  li dijî gelê Êzidî bi taybet jinan û rêbazên rizgarkirina wan ji hêla Yekeniyên Berxwedana Şengalê-Jin pêşkêş kir.

Di salvegera komkujiya Helebçe de Axîn şanoyek girêdayî jiyana malbatek Kurd li Helebçe beriya topbarana çekên kîmyawî pêşkêş kir.

Her wiha şanoyek di Navenda Ciwanên Şoreşger de girêdayî rola komînan di zanakirina civakê de şanoyek komîdî pêşkêş kir.

BÎRANÊN JÊ RE BÛNE TEŞWÎQKAR

Axîn bi xwe re hertim lênûskek biçûk radike. Ji her hevalekê/î dixwaze ku jê re bîranîneke kurt binivîse. Çi ji bo teşwîqkirina wê yan jî nîşankirina kêmasiyên wê yan jî nivisandina bîranînek bi ken heta jî xêzkirin.

Dema me pirs kir çima vê rêbazê bikar tîne Axîn diyar kir ku dema di perwerdeyên xwe de bin dikeve, ev lênûsk jê re dibe alîkar da ku xwe pêş bixe û şaştiyên ku dikeviyê nas bike.

Axîn di dawiyê de bang li tevahiya ciwanan kir ku hewl bidin behreyên xwe derxînin veneşêrin da ku xewnên xwe bi şêwaza ku dixwazin pêk bînin.

(şx)

ANHA