​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin

Ciwanên navaçeya Tirbespiyê yên li derveyî welat ji bo alîkariya xizmên xwe însaytîfek dane destpêkirin. Pereyan kom dikin û ji malbat û xizmên xwe yên li welatê re dişînin da ku projeyên xizmetguzariyê vekin.

​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin
​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin
​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin
​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin
​​​​​​​Ciwanên navçeya Tirbespiyê yên derve alîkariya xizmên xwe dikin
2 gulan, 2020   05:03
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Bi belavbûna Koronavurîsê li cîhanê re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tedbîr qedexeya çûn û hatinê ferz kir. Ev yek bandor li rewşa jiyan a malbatên ku debara xwe li ser karê rojane bi cih tînin, dike.

Ji bo alîkarkirina bi wan malbatan re Rêveberiya Xweser di rêya komînan de navên malbatên hewcedar qeyd kir û pakêtên xwarinê li wan belav dike.

Li herêmên gelek însyatîfên ferdî û hem ji aliyê saziyan ve derketin. Yek ji wan însyatîfa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye ya ku kiriya mehan ji kirêçiyan betal kir, bû.

Ciwanên gundê Biyandor ê navçeya Tirbespiyê yên li derveyî welat jî însyatîfek dane destpêkirin, pereyan kom dikin û ji sendoqa komîna gund re dişînin, da ku pê madeyên xwarinê bikirin û li şêniyan belav bike.

Endamê komîteya xizmetguzarî ya komîna gundê Biyandor Hisên Umer diyar kir ku di salên çûyî de şêniyên gundê bi alîkariya ciwanên li derveyî welet gelek proje vekirin, mîna avakirina mala taziyê û konladina bîrekê li gund.

Hisên Umer da zanîn ku bi belavbûna Koronavîrusê li cîhanê re ciwanan pêngava komkirina alîkariyan destpê kirin da ku ji xizmên xwe yên li gund re bişnin.

Umer diyar kir ku belavkirina alîkariyan bi rêya komîteya xizmetguzariyê pêk tê û destnîşan kir dê pakêtên xwarinê li tevahî şêniyên gund bêne belavkirin.

Umer her wiha anî ziman ku bi saya alîkariya ciwanên li derve ew amadekariyên sererastkirina stada gund, ronîkirina gund bi kehrebe û paqijkirina çem dikin.

Hisên Umer sasiya ciwanên gundê yên li derveyî welat kir û got: "Ev nîşaneya girêdane ciwana bi welatê û gundê xwe ve ye. Em bi hêvî ne ku ciwanên Rojava yên li derve di vê rewşê de alîkariyê xizmên xwe bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YRX1cz08X9E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>