Li Cerablusê komên çete bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Cerablusê yê dagirkirî di navbera çeteyên "Polîstên Leşkerî" û "Ceyş El-Şerqiyê" de şer derket. Hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene.

Li Cerablusê komên çete bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
1 gulan, 2020   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji hundirê bajarê Cerablusê ya dagirkirî ragihandin ku çeteyên "Polîstên Leşkerî" û "Ceyş El-Şerqiyê" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  bi hev ket.

Çavkaniyan diyar kirin ku şer li derdora bargeha çeteyên "Polîsên leşkerî" rû da, di encamê de du çeteyên "Polîsên leşkerî" hatin kuştin, yek ji wan bi navê Ebû Raşid e. Her wiha 3 çete jî birîndar bûn.

Li herêmên Sûriyê yên ku aliyê artêşa Tirka  û çeteyên wê ve hatine dagirkirin gelek caran komên çete ser parvekirina mal û milkên welatan bi hev dikevin.