Li Sûriyê kesek din bi Koronayê ket

Wezareta Tenduristiyê ya rêjma Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîrusê ketiye. Hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 44.

Li Sûriyê kesek din bi Koronayê ket
1 gulan, 2020   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûriyê ragihand ku li welat kesek din bi Koronavîrusê (Covid-19) ket.

Li gorî vê yekê hejmara kesên ku bi Koronayê ketine derket 44 kesan.

Wezaretê diyar kir ji kesên bi Koronayê ketine rewşa 6 kesan baş, hejmara giştî ya kesên baş bûne bû 27, her wiha 3 jî mirine.