Li Başûrê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê 10 roj din hate dirêjkirin

Wezareta Navxweyî ya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku qedexeya hatin û çûnê li tevahiya Herêma Kurdistanê heta 10’ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Li Başûrê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê 10 roj din hate dirêjkirin
1 gulan, 2020   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê der barê qedexeya hatin û çûnê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê qedexeya hatin û çûnê heta 10’ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destûr ji rêveberiya îdareyên serbixwe re tê dayîn ku ji saet 12.00’ê şevê heta 19.00’an cihên xizmetguzariyê yên pêwîst ên weke firinan bên vekirin.

Her wiha ji saet 19.00’an heta 00.00’ê şevê qedexeya hatinûçûnê dê bê cîbicîkirin û tenê rê bi hatinûçûna otomobîlên hêzên emnî, tîmên tenduristî, ambulans û yên di erkê fermî de bê dayîn ku berî niha qedexe ji 18.00’an heta 00.00’ê şevê bû.